Rûsyayê ji bo serê Amerîka – Îranê hisyarî da: Rews pir xeter e
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, li ser nûçeyên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana êrîşa esmanî bo Îranê derxistiye û niha bo demekê ev biryar vekişandiye axivî.
Wezîrê Rûsî li Soçiyê derbarê mijarê de ji rojnamevanan re da xuyakirin ku ew Amerîkayê dawetî wê yekê dikin ku encamên gavên li dijî Îranê bavêje baş bifikire û got, “Di navbera herdu welatan de rewş ber bi şer ve diçe û ev pir xeter e.”
Ryabkov herwiha li ser amadekariyên şer da zanîn ku her çiqas Pentagon red dike jî bawerim ew dizanin em behsa çi dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin