Amerîka, li ser serê Îsraîlê û Hîzbûllahê hisyarî da û got: Dibe bibe serê herêmî

25 June 2024 21:03 0 dîtin
Amerîka, li ser serê Îsraîlê û Hîzbûllahê hisyarî da û got: Dibe bibe serê herêmî

PeyamaKurd – Piştî şerê navbera Hîzbûllah û Îsraîlê dijwar bû, Amerîka ragihandinekî hişyarî da. Rêvbiriya Amerîkayê got ku piştî Hîzbûllah di ser Lubnanê de êrîşên xwe zêde kir, ji êrîşan bi endişe ne û di vê rewşê de dibe şerekî herêmî derê.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin got; di şûna şer de çareseriya dîplomasiyê baştire. Austin weha dewam kir:

“Ji bo gengeşeya her dû terefan bidin rawestandin, em girîngiyê didin çareseriya dîplomatîk. Şerekî di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de dibe bibe şerekî herêmî.”

Di mijarê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan jî bale kişandibû ser dijberiya navbera Îsraîlê û Hîzbûllah-Hamasê û gotibû dibe sedema şerê 3em yê dinyayê.