Ji Amerîka hisyarî bo Îsraîlê: Rêyên ji gurkirina ser çêtir hene
PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby, li ser tundbûna şerê Îsraîlê yê li herêma bakur li dijî Hizbullaha Lubnanê hişyarî da Tel Avîvê.
Kirby, hişyariya rawestandina şerekî berfireh ê li sînorên Lubnanê da Îsraîlê û got, “Rêyên ji şer, zêdekirina rageşiyê û vekirine eniyeke din a şer çêtir hene.”
Kirby di bernameya kanala ABCyê ya This Week (Ev Hefte) de got ku ew ji muxatabên xwe re dibêjin, ‘Em ne di wê baweriyê de ne ku zêdekirina şer di berjewendiya wan de ye”.
Li aliyê din Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Lloyd Austin jî roja Şemiyê di pêwendiye telefonî de ji hemkarê xwe yê Îsraîlî re girîngiya çareseriyeke dîplomatîk ji bo bakurê Îsraîlê anîbû ziman û fikarên xwe yên bo hemwelatiyên Amerîkî yên li herêmê eşkere kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin