Amerîkayê hisyarî da û ragihand: “Em ê nikaribin Îsraîlê kontrol bikin!”

04 November 2024 14:30 0 dîtin
Amerîkayê hisyarî da û ragihand: “Em ê nikaribin Îsraîlê kontrol bikin!”

PeyamaKurd – Malpera Axiosê ji zarê berpirsekî amerîkî û berpirsekî berê yê Îsraîlî ve belav kiriye, di çend rojên borî de rêvebiriya Joe Biden bi rêya Swîsreyê hişyarî daye Îranê ku xwe ji êrîşeke din bo ser Îsraîlê dûr bixe.

Wan berpirsan tekez kiriye: Eger Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqê ve jî êrîşê Îsraîlê bike, dê bersiva wê bê dayîn.

Berpirsê amerîkî ji Axiosê re ragehandiye: “Me ji desthilatdarên Îranê re ragehandiye, di egera êrîşeke wan de em nikarin Îsraîlê Kontrol bikin, her wiha em nikarin  piştrast bin ji wê ku êrîşa berovajî ya Îsraîlê bi qasî êrîşa berê sînordar û bi hesab be.”

Rayedarê amerîkî gotiye ku ev peyam rasterast ji îraniyan re hatiye şandine û berpirsê îsraîlî jî dibêje: “Peyam bi rêya Swîsreyê ji Tehranê re hatiye ragihandin.”

Hêjayî gotinê ye ku heta niha, Koşka Spî û nûnertiya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî tu daxuyanî derbarê vê raportê de nedane.