Erebistana Si’ûdiyê tankêra Îranê serbest berda

21 July 2019 00:16 0 dîtin
Erebistana Si’ûdiyê tankêra Îranê serbest berda

PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdiyê ev 3 mehe ku dest danîbû ser tankêra Îranê û di lîmana Cideyê de dida rawestandin. Di tankêrê de 26 wezîfedar hene û niha Erebistan tankêra Îranê serbest berda. Ajansa nîv fermî ya Îranê Mehr, navê kesê ku nûçeyê ragihandiye neda lê got Erebistan ji 30 yê nîsanê û heya niha dest danîbû ser tankêra Îranê ya bi navê "Happiness 1" ê û niha tankêrê serbest berda.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku tanker bi wezîfedarên xwe ve, ber bi Îranê de birê ketiye. Tankêr, di dema ku diçû Behra Sor, di motora wê de ariza derketibû û ji aliyê Erebistanê de bo mesrefên wê Îran 10 mîlyon dolar pere dabû Erebistanê.

Erebistan bo tankêrê serbest berde, rojane 200 hezar dolar pere ji Îranê xwestibû lê Îran vê daxwazê red kiribû ku ev agahî di medya Îranê de cîh girtibû.

Lê tişta balkêş ew e ku piştî tankêra Brîtanyayê ji aliyê Îranê de hat girtin, ev tankêr serbest hat berdan.