Erebistana Si’ûdiyê û Ummanê li dijî Îranê peymanekî girêdan

13 July 2021 01:04 0 dîtin
Erebistana Si’ûdiyê û Ummanê li dijî Îranê peymanekî girêdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Erebistana Si’ûdiyê û Umman li hemberê xebatên Îranê yên ku aramiya herêmê xerab dikin, li hemberê xebatên Îranê yên fuzeyî û nukleerî peymaneka hevkariyê li dijî Îranê girêdan.

Ajansa fermî ya Erebistanê SPA peymanê ragihand. Siltanê Ummanê Heysem B. Tariq piştî serdana Erebistanê kir û seredana wî bi dawî bû, her dû welat bi hevre peymanê ragihandin.

Her dû dewlet ragihandin ku li ser bingeha Hewla Kendavê ya Krîza yemenê, biryarên konseya ewlehiyê yên NY, hewla Erebistanê ku li Yemenê bo aştiyê daye destpêkirin, bo çareseriyê xebatên wan dewam dikin.

Seredana Siltan Heysem di asta lîderan de piştî 11 salan bo Erebistanê hat kirin. Siltanê berê yê Ummanê Kabûs B. Saîd di 29 ê gulana 2010 an de seredana Erebistanê kiribû lê qral Selman bi sedema wefata Kabûs sala borî seredana payîtexta Ummanê, Mukatê kiribû.