Wezîrê nû yê Xezîneyê û Darayîya Tirkiyê dest bi kar kir

02 December 2021 19:42 0 dîtin
Wezîrê nû yê Xezîneyê û Darayîya Tirkiyê dest bi kar kir

PeyamaKurd - Şeva borî bi biryara Serokomarê Tirkiyê îstifaya Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Lutfi Elvan hatibû ragihandin û li şûna wî jî Nureddin Nebatî ji aliyê Erdogan ve hatibû tayînkirin.

Wezîrê nû yê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nureddîn Nebatî piştî vê biryara Erdogan îro 2yê Mijdara 2021an li Civata Giştî ya Parlamnetoya Tirkiyê sond xwar û bi awayekî fermî dest kar kir.

Lutfî Elvan piştî destjikarberdana zavayê Erdogan Berat Albayrak hatibû ser kar û ev nêzî salekê bû wezîrê xezîne û darayî bû. Berî niha daxuyaniyeke Lutfî Elvan a derbarê faîzê de wek hebûna nakokiyan di navbera wî û Serokomar de hatibû şîrovekirin.

Hêjayî gotinê ye, aborîya Tirkiyê niha di krîzeke kûr de derbas dibe û nirxê dolar li hember lîreyê Tirk pir zêde bûye û gihîştiye heta nêzîkî 14 lîreyan ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, ew dê li şûna zêdekirinê faîzê kêm bikin û ev jî rojane nirxê lîreyê tirk kêm dike.

Wezîrê nû Nurettin Nebatî li ser daxistina rêjeya faîzê ligel Erdogan xwedî nêrîneke hevbeş e û li gorî aborînasan nayê çaverêkirin ku demeke dirêj li ser kar bimîne û rewşa aborî bikare baştir bike.