Wezîrê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Lutfi Elvan dest ji kar berda
PeyamaKurd – Wezîrê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Lutfi Elvan dest ji kar berda. Biryara Elvan ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pejirandin û alîkarê wî Nureddin Nebati li cihê wî hat erkdarkirin.
Li gor biryara Serokkomariyê ku di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin, daxwaza destjikarberdana Wezîre Xezînê û Darayî Lutfi Elvan, hatiye pejirandin û alîkarê wî Nureddin Nebati wek Wezîrê nû hatiye erkdarkirin. Lutfi Elvan piştî gotinên Erdogan ku di civîna koma partiya xwe de got: “Ez ligel kesê ku faîzê diparêzin nabim, nikarim bibim” dest ji kar berda.
Lutfi Elvan 10ê Mijdara 2020ê li cihê Berat Albayrak wek Wezîrê Xazînê û Darayî hatibû erkdarkirin. Wezîrê Xezînê û Darayî yê nû Nureddin Nebatî 2ê Kanûna 2021ê derdora saet 03:00an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û da zanîn, “Xwedê asan bike, zehmet neke, bi xêrê bi dawî bike. Di karê me de dilsoziyê bide, yekîtiya me biparêze. Xwedê bike para min ku ez layîkê erka Wezareta Xezînê û Darayî ku birêz Serokkomarê me ez layiqî wê dîtime, xwedî derkevim.”
Nureddin Nebati, wek kesekî nêzîkê wezîrê berê yê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak tê naskirin. Elvan ku derbarê `daxistina faîzê` de nediaxivî, Nebatî gotibû: “Em di pêkanîna vê polîtîkaya xwe de bi biryar in.”
Wezîrê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Nureddin Nebati wek kesekî nêzîkê zavayê Erdogan û Wezîrê Berê yê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak tê naskirin û berî demekê wêneyê wî û Albayrak hatibû belav kirin ku li xwaringehekê rûniştibûn û ew wêne bûbû rojev.
Nureddin Nebati 1ê Çileye 1964an li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Îdareya Giştî ya Fakulteya Zanistên Sîyasî qedandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin