Parlementerê Rojhilatê Kurdistanê yê berê xistin zîndanê
PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê li Rojhilatê Kurdistanê parlementerê Kurd yê berê yê bajarê Sinê (Senendajê) yê navça Bicarê Muhammed Muhammed Rezayî xistin binçav û paşî wi xistin zîndanê.
Di derbarê zîndanîkirina Muhammed Muhammed Rezayî de ti agahî nehatiye bidestxistin. Li gor ragihandina Rûdawê; parlementer berê ji sûcên ‘belavkirina agahiyên şaş’, ‘propogandeya li dijî rêvebiran’ û ‘xerabkirina nîzama giştî’ 2 sal ceza dabûnê.
Muhammed Muhammed Rezayi, bi salaye ku li hemberê rêvebirên Bicarê de ku dest datanîn ser araziyên giştî, têdikoşiya. Di rojên borî de parlementerê Kurd di derbarê rêvebirên Sinê de belgeyên ruşwet û bertîlan belav kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin