Wezîrê berê yê Dadperweriyê Ergin ji AKPê îstîfa kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê berê yê Dadperpweriyê Sadullah Ergin ji AKPê îstîfa kir.
Piştî Ali Babacanê ku amadekariya partiyeke nû dike wezîrekî din ê berê jî jî AKPê îstîfa kir. Wezîrê berê yê Dadperweriyê Sadullah Ergin ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) îstîfa kir.
Sadullah Ergin ji çapemeniyê re li ser îstîfaya xwe wiha axivî, “Piştî Babacan bi çend rojan min îstîfa kir. Ez ketim malpera Yargitayê û ji endamtiya partiye derketim lê min behsa wê yekê nekir.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sadullah Ergin di navbera salên 2011-2013an de di AKPê de wezîrtiya dadperweriyê kiriye. Di hilbijartinên 25ê Berfanbara 2013an bûbû namzedê AKPê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê lê bi 5 hezar dengan têk çûbû.
Tê îdiakirin ku Ergin wê bi Wezîrê berê yê aboriyê Ali Babacan û Abdullah Gul re partiyeke nû ava bike.
Ji bilî Ergin hat îdikakirin ku Wezîrên berê yên AKPê Huseyin Çelik, Nihat Ergun û Beşir Atalay jî jî AKPê îstîfa kirine lê ev îstîfa nehatin yekalîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin