Pistî hevdîtina Erdogan- Özel, berdevkê AKPê Ömer Çelik daxwuyanî da

11 June 2024 23:03 0 dîtin
Pistî hevdîtina Erdogan- Özel, berdevkê AKPê Ömer Çelik daxwuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê AKPê Ömer Çelik piştî hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokê CHPê Özgür Özel daxwuyanî da. Çelik got ku di hevdîtina her dû lîderan de, li ser mijara xebata di derbarê destûra nû de û babetên aboriyê di rojeva wan de bû ye. Çelik got:

“Dewama pêvajoya diyalogê bi erêniye û em razî ne. Divê ew hewa erênê belaş neçe. Xebata li ser destûra nû di rojevê de bû. Serokkomarê me di derbarê destûra nû de fikrên xwe got. Peymana civakî ya ku xîtabê temamê civakê bike, her dû lîder destûrê nû nîşan dane.

Mijara aboriyê di rojeva wan de bû. Di hilbijartina parlementoya Ewrûpayê de performansa ku rastgirên tund nîşan dane, kete rojeva wan.

Serokkomarê me li hemberê wê pêla faşist xwest ku bi hevre tevbigerin û hesasiyeta xwe danî ortê.”