Guterres pistî hevdîtina Erdogan pistgirî da êrîsên guhertina demografiya Rojava

03 November 2019 19:11 0 dîtin
Guterres pistî hevdîtina Erdogan pistgirî da êrîsên guhertina demografiya Rojava

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, NY da xuyakirin ku di hevdîtina Guterres û Erdogan a 1ê Mijdarê ya li Stenbolê de, plana Tirkiyê ya ‘herêma ewle’ bo vegera penaberan hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya NY Guterres piştgirî daye plana Erdogan a êrîşên ketina nav erda Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve bo wî hatiye pêşkeş kirin.

Guterres jî li beramberî wê planê diyar kiriye ku dê Komiseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) tîmekê ava bike û li ser hurgiliyên planê bixebite.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Guterres hevkariya bilind a Tirkiyê re bi kêfxweşî pêşwazî kiriye û ragihandiye, ji bo hevdîtinên li ser pêşniyara herêma ewle û vegera penaberên Sûriyê bo bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) û hevdîtinên bi rayedarên tirk re dê tîmek were avakirin.