Hevdîtina Erdogan û Pûtîn: ‘Wê peyama pistî hevdîtinê pir girîng be’

04 September 2023 17:59 0 dîtin
Hevdîtina Erdogan û Pûtîn: ‘Wê peyama pistî hevdîtinê pir girîng be’

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro duşemê 4ê Îlonê li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatin ba hev.

Beriya civînê Erdogan û Pûtîn derketin pêş rojnamevanan û daxuyanî dan.

Pûtîn bal kişand ser girîngiya wê hevdîtinê û diyar kir ku pêwendiyên Tirkiye-Rûsyayê bi taybet di warê enerjiyê de bi awayekî erênî pêşve diçin û di çend salên borî de destkeftiyên girîng bi xwe re anîne.

Pûtîn bibîr xist ku dê ligel Erdogan li ser Peymana Korîdora Dexlê ya Derya Reş gotûbêj bike û diyar kir, “Em ji gotûbêjê re vekirî ne. Wê di hevdîtinê de mijarê girêdayî krîza Ukraynayê jî bên axaftin.”

Erdogan jî diyar kir ku wê peyama piştî hevdîtina ligel Pûtîn a derbarê korîdora dexlê de pir girîng be û got, “Bi taybet jî wê ji bo welatên Afrîkayê gaveke gelekî girîng be.”

Erdogan li ser mijarên hevkariya aborî, bazirganî ya ligel Rûsyayê jî da xuyakirin ku niha qebareya bazirganî ya bi Rûsyayê re gihîştiye 62 milyar dolaran û hedefa wan jî 100 milyar dolar e.