Berdevkê AKPê Çelik: Em dê koçberan li ‘Herêma Ewle’ bicih bikin!

10 August 2019 16:13 0 dîtin
Berdevkê AKPê Çelik: Em dê koçberan li ‘Herêma Ewle’ bicih bikin!

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Omer Çelik, di civîna partiya xwe ya li parêzgeha Edenê de, derbarê ‘Herêma Ewle’ de axivî û ragihand ku ew plan dikin koçberên Sûriyê li ‘Herêma Ewle’ bicih bikin.

Berdevkê AKPê Omer Çelik aşkere kir ku ew plan dikin koçberên Sûriyê li ‘Herêma Ewle’ bicih bikin û got ku piştî avakirina navenda hevbeş a li gel hevalbendan û pêkanîna ‘Herêma Ewle’ planên vegera koçberên Sûriyê bo wê navçeyê dikin.

Herwiha Omer Çelik derbarê biryara Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya bo encamdana konferanseke li ser rewşa Sûriyê jî got ku tenê CHP polîtîkayên partiya wî yên derbarê Sûriyê de rexne dike û rexne li helwesta CHPê girt.

Şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê roja 5ê vê mehê li Enqerê dest bi gotûbêjkirina ‘Herêma Ewle’ kiribûn û piştî 3 rojan herdu aliyan aşkere kiribûn wan li hev kiriye ku ‘navendeke hevbeş’ bo birêveberina ‘Herêma Ewle’ li ser axa Rojavayê Kurdistanê bê damezrandin.

Berî wê rêkeftinê Artêşa Tirkiyê hêzeke zêde li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kom kiribû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî diyar kiribû ku eger rêkeftin li gel Amerîkayê çênebe, ew dê bi tena sere operasyonekê encam bidin û ‘Herêma Ewle’ pêk bînin. Erdogan ragihandibû ku ew dê koçberên Sûriyê li wê deverê bicih bikin. Yek ji xalên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê jî vegera koçberên Sûriyê ye, lêbelê heta niha di vê mijarê de zelaliyek nîn e.

Balyozê berê yê Amerîkayê Robert Ford jî duh beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser vê mijarê got ku ew ne di wê baweriyê de ku Amerîka hejmareke zêde ya koçberên Sûriyê bo wê devera ku weke ‘Herêma Ewle’ tê binavkirin, qebûl bike.