Berdevkê AKP ê Çelik: Sûcdarkirina Tirkiyê ya ji bo êrîsa Zaxoyê provokasyone
PeyamaKurd – Piştî civîna Merkez û Rêvebiriya AKP ê ku 2 siet û 10 deqe ajot, berdevkê AKP ê Ömer Çelik li ser êrîşa topbarana Zaxo ya Herêma Kurdistanê daxwuyanî da û weha got:
“Em welatekîne ku berê bi provakasyonan re rû bi rû mane. Dixwazim bêjim ku artêşa Tirkiyê ji bo li hemberê sîvîlan tevgerekî neke, di dinyayê de artêşa herî bi hezre. Hema yekser hinek kes Tirkiyê sûcdar kirin û dixwazim bêjim provakasyonekî bi plane. Hedef nîşandana Tirkiyê gelek şaş e. Em birayê xwe yê Iraqê ji xwe cuda nakin. Ji sîliha di bûyerê de hatiye bikaranîn heya sîstema êrîşê, aşkeraye ku êrîşekî PKK ê ye. Di wextek nêzde PKK Rêvebiriya Herêma Kurdistanê tehdîd kir. Ku em dizanin PKK şebekeyekî komkujiyê ye.”
Piştî ragihandina li ser êrîşa Zaxoyê Ömer Çelik pirsên di derbarê Ûkrayna, krediyên xwendevanan û normalkirina têkiliyên bi Eremenistanê re bersivand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin