Goran navê hemû namzedên xwe yên hikûmetê de zelal dike!
PeyamaKurd - Civata Niştimaniya Tevgera Goran navê hemû namzedên xwe yên ji bo payeyên hikûmetê zelal dike.
Biryar e şemiyê îro 27.07.2019ê Tevgera Goran bicive û lîsteya navên namzedên xwe yên hemû payeyên hikûmetê zelal bike. Li gor zanyariyên berdest, du kes ji wan namzedan dê civîna îro de zelal bibe, ku ew jî cîgirê serokê herêma Kurdistanê û alîkarê serokê hikûmetê yê çaksaziyê ne.
Piştî zelalbûna navê wan her du namzedan, nav dê radestî serokê herêma Kurdistanê bên radest kirin.
Derveyî wan her du payeyên bilind, Civata Niştimaniya Goran di civînê de, namzedên ji bo cîgirên wezîran û rêveberên giştî li wezaret û parêzgehan de jî dê zelal bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin