Goranê navên namzedên wezîrtiyê pêskesî Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd - Tevgera Goran navê kandîdên xwe yên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihandin Serokwezîrê nû yê hikûmetê Mesrûr Barzanî.
Li gorî nûçeya K24, Goranê nav û nîşanên kandîdên xwe yên ku di kabîneya nû de dibin wezîr û wekîl, teslîmî serokê nû yê hikûmetê Mesrûr Barzanî kirin.
PDK, YNK û Goran şirîkên serekî yên hikûmetê ne ku heta niha niha tenê Goranê kandîdên xwe teslîmî serokê hikûmetê kiriye. Doh jî YNKê kandîdên xwe eşkere kiribûn, lê hîn bo Mesrûr Barzanî nehatine pêşkeşkirin.
Goran di kabîneya nû de, Wezareta Darayî, Wezareta Bazirganiyê, Wezareta Avedankirinê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê û posta cîgirê serokê hikûmetê distîne.
Navên ku Goranê bo wezaretan namzed kiriye ev in:
- Ji bo cîgirê serokê hikûmetê yê karûbarên çaksaziyê Celal Cewher
- Cîgirê serokê herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir
- Wezîrê darayî û aborî Awat Şêx Cenab
- Wezîra kar û karûbarên civakî Kuwêstan Mihemed
- Ji bo wezîrê avadaniyê jî sê nav hatine destnîşan kirin; Çalak Muhendîs, Birzo Mecîd û Karwan Haşim. Namzedê herî bihêz Çalak Muhendîs e.
Tê çaverêkirin îro ew nav jî were yekalîkirin û bo Mesrûr Barzanî bê pêşkeşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin