Ofîsa Sûdanî: Hêj navên namzedên wezaretan diyar nebûne!
PeyamaKurd – Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku hîn namzedên bo postê wezîraretan diyar nebûne.
Ofîsa Sûdanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêj navên kabîneya bê ya Iraqê nehatine zelalkirin û li ser hejmarek navan xebat didomin.
Herwiha hatiye diyarkirin, komîsyona taybet jî hîn xebatên xwe bo namzedên wezîran temam nekiriye.
Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd 13ê Cotmehê Sûdanî bo avakirina hikûmetê erkdar kiribû ku pêwîste di nav mehekê de hikûmetê ava bike û pêşkeşî parlamentoyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin