Îranê dest bi tomarkirina navên namzedên Serokkomariyê kir
PeyamaKurd – Li Îranê, bi biryara Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdullreza Rehmanî Ferzlî, sibeha îro Sêşemê 11ê Gulana 2021ê, tomarkirina navên namzedên 13mîn xula Serokkomariya Îranê destpê kir. Maweya tomarkirina navan 5 roj in.
Encûmena Parastina Destûra Îranê, mercên namzedbûnê eşkere kir û diyar kir, yên ku xwe bikin namzed, ji bilî hendek hûrgiliyên nasname û belgeyan, divê mêr be û mezhebî be. Baweriya temam bi bingeha Komara Îslamî hebe û ji pêrewên mezheba Şîe be.
Herwiha, berê berpirsatî hebû, lê ji parêzgar û şaredariyên bajarên mezin nizimtir nebûbe. Tu pêwendî bi desthilata berî Komara Îslamî û hizb û aliyên derveyî Komara Îslamî nebe û tu pêwendî li gel xwepêşandanên sala 2009ê jî nebe.
Hilbijartinên Serokkomariya Îranê roja 18ê Hezîran 2021ê birêve diçin. Mafê 59 milyon û 310 hezar û 307 kesan ji bo dengdanê hene. Milyonek û 392 hezar û 148 kes, yekem car e wê mafê dengdanê bi kar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin