Iraq | Proseya tomarkirina navên qeware û aliyên siyasî yên hilbijartinan destpê kir

09 January 2021 17:31 0 dîtin
Iraq | Proseya tomarkirina navên qeware û aliyên siyasî yên hilbijartinan destpê kir

PeyamaKurd – Tomarkirina navên qeware û aliyên siyasî, ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, ji bo hilbijartinan destpê kir û wê ev prose hefyetekê bidome.

Li gor Berpirsê Ofîsa Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê yê li Hewlêrê Ebdurezaq Muşîr ji K24ê re diyar kir:

“Îro dest bi tomarkirina navên qeware û aliyên siyasî tê kirin ji bo hilbijartinên bê yên Iraqê, ev prose dê heta 16ê Çileya 2021ê berdewam bibe. Hevpeymaniyên aliyên siyasî eger di vê demê de neyê ragihandin, piştre dê neyên qebûlkirin.”

Ebdurezaq Muşîr da zanîn:

“Xwetomarkirina lîste û qewareyan li ofîsa sereke ya komîsyonê ya li Bexdayê ye, lê piştre ji bo xwetomarkirina namzetan dê li ofîsan bibe.”

Herwiha Muşîr destnîşan kir:

“Namzet dikarin tenê li cihekî navê xwe tomar bikin, eger li çend cihan navê xwe tomar bikin, ew namzet têne dûrxistin.”

Biryar e meha Hezîranê ya îsal hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê were encamdan, ji îro ve qeware û hevpeymaniyên siyasî dikarin li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, xwe tomar bikin, piştre jî dê proseya tomarkirina navên namzetan dest pê bike.