Hikûmeta Iraqê dest bi tomarkirina navên sehîd û qurbaniyên Kurdên Êzidî kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Iraqê bi rêya lijneyeke taybet dest bi tomarkirina navê şehîd û qurbaniyên Kurdên Êzidî kir ku biryara malbat ji aliyê madî ve werin qerebûkirin.
Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Piştî ku Lijneya Qerebûkirina Şingalê, serdana Berpirsê Dezgeha Şehîd a Iraqî Tariq Mendelawî kir, ji nêzîk ve serdana çend malbatên şehîdê DAIŞê kir û biryar hat dayîn navê şehîd, winda û qurbaniyên êrîşên DAIŞê were tomarkirin daku di warê madî de bên qerebûkirin.”
Mehma Xelîl got, “Tomarkirina navan ji gundê Koço destpê kiriye û heta niha zêdeyî hezar nav hatine tomarkirin, hevdem pişkinîna DNA bi rûfatên nav gorên bikom tê kirin daku bên naskirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrîşî Şingal û derdora wê kiribûn û li dijî Kurdên Êzidî jenosîd kiribûn.
Bi êrîşên DAIŞê re bi sed hezaran Kurdên Êzidî koçber û derbider bûn, bi sedan şehîd bûn û bi hezaran kes jî hatin bêserûşûnkirin ku ta 13ê Cotmeha 2015an Şingal ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve ji nû ve hatibû rizgarkirin.
Heta niha 85 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin. Ji Sibata îsal ve rûfatê 104 Kurdên Êzidî li Bexdayê pişkinîna DNA bo wan hatiye kirin û di merasîmeke fermî û berfireh de li gundê Koço hatin veşartin. Rûfat li wî cihî hatin veşartin ku berî sala 2014an de cihê şahiyan bû.
Di êrîşa DAIŞê de gelek ji xelkê gundê Koço hatin kuştin û revandin. Pişkinîna DNA bo wan hatiye kirin, hemû hatine naskirin û xelkê gundê Koço ne, lê li cihên cuda di gorên bikom de hatine dîtin.
3yê Tebaxa 2019an Parlamentoya Kurdistanê bi armanca dengdana li ser diyarkirina rojekê wek Roja Komkujiya Kurdên Êzidî civiya û tê de roja 3yê Tebaxê wek Roja Komkujiya Kurdên Êzidî diyar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin