Buldan: Helwesta HDPê bo hilbijartina Stenbolê zelal e

31 May 2019 10:39 0 dîtin
Buldan: Helwesta HDPê bo hilbijartina Stenbolê zelal e

PeyamaKurd  - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li Enqerê pirsên rojnamevanan bersîvandin. Buldan dîyar kir ku HDP dê di hilbijartina Stenbolê de ‘’bi awayekî zelal’’ piştgirîya berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bike.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Buldan da zanîn ku bi qasî 200 hezar alîgirên partiya wan di hilbijartina 31ê Adarê de neçûne ser sindoqan û got ku ew dê bo wan jî dakevin qadan.

Hevseroka HDPê roja Sêşemê di komcivîna partîya xwe de gotibû ku Îmamoglu dê ji namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Binali Yildirim 250 hezar zêdetir deng bistîne. Buldan da zanîn ku di hefteya pêş de dê HDP li Stenbolê dest bi xebatan bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pisporên polîtîkayê didin zanîn ku HDPê di 31ê Adarê de bo serketina Îmamoglu rolekî girîng lîstiye.