HDPê derbarê hilbijartina Stenbolê de biryara xwe da
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku hevdîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi parêzeran re nirxand, biryara xwe ya Stenbolê da. HDPê eşkere kir ku ew dê piştgiriyê bidin bereya demokrasiyê: “bi AKPê re tu hevdîtinên me tune ne, em di warê piştgirîdana bereya demokrasiyê de rijd in.”
Li gorî biryarê, rêveberiya HDPê wê heta 23ê hezîranê ji bo ‘Bereya Stenbolê’ dengên welatiyan bixwaze.
Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, piştî biryara YSKyê, Lijneya Bilind a Birêveberiyê (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya û biryara xwe di derbarê Stenbolê da.
Li gorî wê yekê HDPê piştgirîya Namzedê Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu dike ku wekî şaredarê Stenbolê htibû hilbijartin lê ji ber ku betalkirina hilbijartinan mazbataya wî jê hatibû stendin û li şûna wî Waliyê Stenbolê wekî qeyûm hatibû tayînkirin.
‘HDP DÊ JI BO ÎMAMOGLU DENGAN BIXWAZE’
Di civînê de piştî nîqaşan biryar hat dan ku piştgirî bo ‘Bereya Stenbolê’ ango namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu deng werin xwestin.
Di vê demê de ji hin parlementerên Stenbolê û cîgirên serokê partiyê hat xwestin ku li Stenbolê bimînin û xebatên hilbijartinê kordînê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin