Demirtas derbarê hilbijartinan da daxuyanî dan: Pistgirîyê bidin stratejîya HDPê
PeyamaKurd - Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ê ku niha li Girtîgeha Edîrneyê girtî dihê darizandin, derbarê hilbijartinan da daxuyanî dan. Demirtaş di daxuyanîya xwe da bang li dengdêran kir ku piştgirîyê bidin stratejîya HDPê.
Demirtaş li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê li Tirkîyê daxuyanî dan û bang li dengdêran kir ku biçin ser sindoqan û piştgirîyê bidin stratejîya HDPê.
‘Piştgirîyê bidin stratejîya HDPê’
Selahattin Demirtaş dibêje, dema hûn çûn ser sindoqan nîqaşên sîyasî yên bêbingeh deynin alîyekî, “ji bo pêşerojeke baştir ez bang li hemû dengdêran dikim ku piştgirîyê bidin stratejîya partîya me HDPê.”
‘Hûn dê encaman dîyar bikin’
Demirtaş di daxuyanîya xwe da amaje dike ku, yên ku encaman biguherînin dengdêrên HDPê ne.
Demirtaş di berdewamîya daxuyanîyên xwe da dibêje, “yên ku rasterast ku encamên dîyar bikin hûn in. Bi vê hêza karîger hûnê ne tenê bajarên me ji qeyûman bistînin, herweha fersenda we heye ku li her derê bandora xwe nîşan bidin. Helwesta me ya li bajarên ku me namzed nîşan nedane dê hêza me nîşan bide.”
‘Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û…’
Ji alyê din ve Selahattin Demirtaş bang li ciwanên ku dê cara ewil beşdarî dengdanê bibin jî kir û got xemsarîyê nekin û biçin ser sindoqan:
“Ciwanên ku dê cara pêşî deng bidin, banga min ji bo we. Qet nebêjin ‘dê dengê min çi biguherîne?’ Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dêngê xwe bi kar bînin. Ez bi we bawer im.”
2- Geçmiş tümden önemsiz değildir. Geçmişi, gördüklerimizi ve yaşadıklarımızı kesinlikle unutmayalım. Ama gelecek daha önemlidir. Daha iyi bir gelecek için, tüm seçmenlerimizi, partimiz HDP'nin seçim stratejisine destek olmaya çağırıyorum.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) 29 Mart 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin