Demirtas derbarê Dewran û rexneyan daxuyanî dan

20 January 2020 15:01 0 dîtin
Demirtas derbarê Dewran û rexneyan daxuyanî dan

PeyamaKurd - Piştî ku lîstikvan Kadir Înanir û Julîde Kural çûne nîşandana şanoya “Dewran”ê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soyluyî ew rexne kiribûn. Demirtaşî bersiva Soylu da. Demirtaş, "Medya desthilatê ya mina kanalîzasyonê wekî hercar bi awayekî bêperva êrişî hêviyên aştî û demokrasiyê dike."

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş li Girtîgeha Edirneyê romaneka bi zimanê tirkî ya bi navê Devran (Dewran) nivîsîbû. Roman wekî lîstikeke şanoya xwendinê hatibû amadekirin. Kadir Înanir û Julîde Kural hevkarîya amadekirina şanoyê kirin.

Selahattin Demirtaş bi rêya parêzeran li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê vê mijarê de daxuyanî dan.

Demirtaş got, “Merheba ji we gişan re. Ji zû ve min xîtabî we nekiribû. Medya desthilatê ya mina kanalîzasyonê wekî hercar bi awayekî bêperva êrişî hêviyên aştî û demokrasiyê dike. Lewra min xwest çend gotinan bikim.”

“Berî her tiştî em vêya bipirsin. Çima dema behsa aştiyê tê kirin AKP dibe mina roviyê pî şewitî. Aya ji ber çi her kesên ku doza aştiyê dikin wekî terrorist radigihînin? Her kes fama bersiva vê yekê dizane.”

“Julide û Kadir û hemî jinên li wê derê sembolên rûmetê ne. Hin pêşkêşkarên televizyonan jî tê de ew kesên ku ji civata lînçkirinê ne, dê di dîrokê de bi navê bêbextîyê cihê xwe bigirin.”

“Dewam bikin, dewran vedigere...”