Baroya Diyarbekirê rapora penaberên Afgan ên hatibûn dersînorkirîn eskere kir

29 September 2021 20:39 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê rapora penaberên Afgan ên hatibûn dersînorkirîn eskere kir

PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê derbarê 15 ji wan zarok 39 penaberên Afgan ên ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn dersînorkirin raporek amade kir.

Di rapora ji aliyê Komîsyona Mafê Penaberan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Diyarbekirê  ve hatiye amadekirin de, pêşniyar hat kirin ku penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin.

Di navbera 19-25ê îlonê de 15 ji wan zarok 39 penaberên Afgan ên li Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Çinarê hatibûn girtin hatibûn dersînorkirin.

Endamê komîsyona penaberan Parêzer Baver Mizrak, rapora ku hatibû amadekirin eşkere kir û got, ji ber geşedanên dawî ên li Afganistanê di çend mehên dawî de hejmara penaberên ku berê xwe didin Tirkiyê zêde bûye û wiha pê de çû: "Ji bo penaberan hiqûqa neteweyî û navneteweyî pêk nayê. Di vê çarçoveyê de me derbarê 39 penaberên ji Afganistan û Pakistanê ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Çinarê dihatin girtin de raporek amade kir. Ji penaberên ku temenê wan di navbera 12-30'yî de ne 15 jê zarok û 2 jê jî çavên wan nabînin." 

Mizrak, da zanîn ku penaber di 19'ê îlonê de hatine girtin û di 25ê mehê de jî ji bo dersînorkirinê ew şandine Wanê û got: "Dema ku penaber hatine girtin îfadeyên wan nehatine girtin, ji bo mafên xwe yên parastina navneteweyî nehatine agahdarkirin û ji bo piştgiriya hiqûqî parêzer ji wan re nehatine peywirdarkirin. Bi awayekî têrker betanî û amûrên paqijiyê nedane wan. Du rojên destpêkê tenê rojê carekê xwarin dane wan. Mieyneyên wan ên tenduristiyê nehatine kirin. Ji ber îşkenceya ku pasdarên Îranê li wan kirine laşê wan mor bûne û birîn li ser laşê wan hebûn."

Mizrak destnîşan kir ku piraniya penaberên ku bi wan re hevdîtin kirine dayik û bavê wan ji aliyê Talîbanê ve hatine kuştin û gotine, heke biçin dibe ji aliyê Talîbanê ve bêne kuştin.  

Mizrak pêşniyarên di raporê de wiha eşkere kirin:

“* Ji ber ku îhtîmala kuştina wan heye divê dersînorkirina penaberên ku di nav wan de zarok û astengdar jî hene bê rawestandin.  

* Piştî rawestandina dersînorkirina wan serlêdanên penaberên ên ji bo parastina statuya navneteweyî bê girtin.  

* Pêwistiyên wan ên tenduristiyê û lazmatiyên wan ên bingehîn ji aliyê saziyên eleqedar ve bên bersivandin.  

* Ji bo ku xwe bigihînin mafên xwe yên hiqûqî xebat bên destpêkirin.  

* Ji bo vegera penaberan a welatên wan li benda pêkanîna aştiyê ya li welatê wan bên rawestandin.”