Guterres: Em rewsa Iraqê ji nêz ve disopînin!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, krîza siyasî û aloziyên li Iraqê bibîr xist û diyar kir ku ew rewşa Iraqê ji nêzîk ve dişopînin û girîng e saziyên emnî yên dewletê bi nûnertiyên derve yên dîplomatîk re ji bo ewlehiya wan hevkariyê bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya bi navê Guterres ji aliyê NY ve hatiye belavkirin de, tê gotin ku girîng e hêzên ewlekariyê ji bo ewlehiya civînên aştiyane û parastina saziyên dewletê û misyonên dîplomatîk ên derve bi hikûmeta Iraqê re hevkariyê bikin.
Herwiha di daxuyaniyê de hişyarî jî hatiye dayîn ku hêzên ewlekariyê ji xwepêşandanên aştiyane re rêzdar bin û di çarçoveya rêzgirtina mafên mirovan de tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin