Guterres nîgeraniya xwe li hember binpêkirina mafên Kurdan li Îranê nîsan da

11 June 2021 12:00 0 dîtin
Guterres nîgeraniya xwe li hember binpêkirina mafên Kurdan li Îranê nîsan da

PeyamaKurd Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres raportek li ser rewşa mafên mirova di cîhanê de ji bo 47emîn civîna Encumena Mafên Mirova ya NY amade kir û tê de, nîgeraniya xwe li hember binpêkirina mafên Kurdan li Îranê nîşan da û diyar kir, gelek girtiyên Kurd hatine bidarvekirin û bi dehan kolberên Kurd jî hatine kuştin.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, di raporta xwe de daye zanîn, sala 2020 herî kêm 69 Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin û herî kêm sizaya îdamê ya 10 girtiyên siyasiyên Kurd jî hatiye pesendkirin.

Guterres destnîşan kiriye, sala 2021 zêdetirî 100 çalakvanên sivîl yên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin ku rewşa beşek ji wan nayê zanîn.

Sekreterê giştî yê NY qala girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan jî kiriye û gotiye, Zeyneb Celaliyan di sala 2008an de ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin lê heta niha nekariye malbata xwe jî bibîne.

Herwiha Antonio Guterres qala girtin û sizadana mamostayên Kurd Zara Mihemedî û Anîsa Ceiferî jî kiriye û gotiye, sûcên wan tenê ew bûye ku zimanê Kurdî fêrî zarokan kirine û çalakiyên kulturî kirine.

Di raporta Guterres de qala kolberan jî hatiye kirin û hatiye gotin, zilma li dijî kolberên Kurd li Îranê gelekî zêde bûye û ew jî me nîgeran dike. Li parêzgehên hejar yên Îranê, herî kêm 70 hezar kes kolberiyê dikin ku piraniya wan Kurd in.

Bi gotina Guterres, sala 2020 herî kêm 60 kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin ku beşek ji wan zarok bûn û 170 kolber jî birîndar bûne. Lê heta niha li ser kuştin û birîndarkirina wan ti lêpirsînek nehatiye kirin û ti kes jî nehatiye sizadan.