Dadgeha Mafên Mirovan Rûsya bi binpêkirina mafên mirovan ceza kir
PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku Rûsyayê li Kirimê binpêkirinên mafên mirovan pêk anîne.
Dadgehê diyar kir ku Rûsyayê ji sala 2014an dema dagirkirina Kirimê ve gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk anîne.
Dadgeha Mafên Mirovan a li Strazburg a Fransayê ragihand ku hatiye tespîtkirin Rûsyayê li Kirimê mafê jiyanê, azadiya olî û azadiya derbirinê jî di nav de gelek binpêkirin pêk anîne û berpirsê jiholêrakirina mirovan, binçavkirinaên neyasayî û binpêkirina mafên rojnamevanan e.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya biryarên DMMEyê nas nake û ji Konseya Ewropayê jî sala 2022yan piştî şerê Ukraynayê hatiye îxrackirin. Herwiha Rûsya ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî vekişiyaye. Lê belê mafê DMMEyê heye ji bo bûyerên beriya vekişînê Rûsyayê dadgeh bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin