Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Tirkiyeyê, peyman binpê kir!

06 June 2023 15:30 0 dîtin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Tirkiyeyê, peyman binpê kir!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Euronewsê, piştî serlêdana Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag a bi hinceta ku ji bo girtina xwe di hiqûqa navxweyî de nekarîne alîkariyên bi bandor werbigirin, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku li ser serlêdana Hevserokên berê yên HDPê Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên girtî biryar da ku Tirkiyeyê xala 4emîn a hikmê 5emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, binpê kiriye.

Dadgehê biryar da ku Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, di pêvajoya îtiraza girtina wan a li gorî hiqûqa navxweyî de rastî ‘binpêkirina mafan’ hatine.

Hat ragihandin ku Demîrtaş û Yuksekdag "bi taybetî gilî kirine ku rayedarên girtîgehê, hevdîtinên wan ên ligel parêzgerên wan dişopînin û belgeyên ku bi parêzerên xwe re parve kirine, desteser dikin."

Bi vê daxuyaniyê re hat ragihandin ku ev tedbîr di çarçoveya biryarnameya piştî hewildana derbeya 15ê Tîrmeha 2016an de hatine bicihkirin.