Rûsya: Em nema biryarên dadgeha mafên mirovan ya Awrûpayê bicîh tînin

07 June 2022 23:56 0 dîtin
Rûsya: Em nema biryarên dadgeha mafên mirovan ya Awrûpayê bicîh tînin

PeyamaKurd – Baskê bin yê Meclisa Federal ya Rûsyayê, ‘Dûma Dewletê’ di dengdanê de biryarê da ku nema êdî biryarên dadgeha mafên mirovan ya Awrûpayê bicîh tînin. Biryar di encama şerê Rûsya û Ûkraynayê de ku têkiliyên Rûsyayê bi Yekîtiya Awrûpa re xerab bû hat sitendin. Dorpêçên ku ji YA yê ji bo ser Rûsya hatin danîn û mafê Rûsyayê yê axaftinê di Konseya Awrûpayê de hat kêmkirin, li ser van bûyeran Rûsya di 15 ê adarê de ji konseya Awrûpayê bi fermî vekişiyabû.

Li ser vê pêşdeçûnê ‘Dûma Dewletê’ ya Rûsyayê îro biryarê da ku wê biryarên dadgeha mafên mirovan ya Awrûpayê êdî li Rûsyayê bicîh neynin.

Dosyayên piştî 15 ê adarê wê ji aliyê Rûsya de nên qebûl kirin. Kesên dawên xwe berya 15 ê adarê qezenc kirine, heya roja 01.01.2023 an wê bikaribin seredana dadgehên Rûsyayê bikin û tazmînatên xwe bistînin.

Serokê Dûmayê Viaçeslav Volodin piştî biryar hat dayîn piştgiriya qanûnê navborî kir û weha got:
“Dadgeha mafên mirovan ya Awrûpayê di destê welatên YA yê de bû alavekî têkoşîna siyasî ya li hemberê Rûsyayê. Hinek biryarên wan li dijî destûra me, qedr û qiymetên me û adetên me bûn.”