Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropa: Divê Rûsya demildest Navalny serbest berde
PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropa (ECHR) do biryara serbest berdana demildest a rexnegirê Kremlînê yê girtî Aleksî Navalny ji Rûsyayê kir.
Li hember biryara ECHRê, hîn tu bertek nedaye.
ECHR, Dadgeha Navneteweyî ya Konseya Ewropa û Rexistina Mafên Mirova ya sereke ya Ewropa ye û herwiha Rûsya endamê wê ye.
Lê, Rûsyayê sala borî qanûnek derxist ku dibêje heke di navbera biryarên dadgehên Rûsî û biryarên saziyên navneteweyî de pirsgirek hebe, ew ê biryarên qanûnên netewî yên Rûsî werin hesibandin.
Ev qanûna nû, di nava parêzvanên mafên mirova de li Rûsya bûbû sedema fikaran.
Navalny, rexnegirê sîyasî yê herî navdar yê serokê Rûsya Vladimir Putin e. Aleksî Navalny ê 44 salî, piştî ku meha borî ji Almanya vegeriya Rûsyayê, hate desteserkirin di 2ê Sibatê de, bi sedema binpekirina serbestberdana wî ya berê bi sê sal û nîv ên zindankirinê, hate cezakirin.
Navalny piştî jahrkirina wî ya di 22yê Tebaxa 2020'ê de, jibo dermankirine li Almanya bû. Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlinê hat dermankirin û pişt re, ji nexweşxanê hatibû derxistin.
Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny de ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrastkirin.
Gelek welatên Rojavayî banga serbestberdana wî kiribûn û gotibûn ku ew dikarin bi sedema ve yekê hemberî Rûsyayê toleyan ragihinîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin