Mesrûr Barzanî: Binpêkirina mafên gelê Kurdistanê xizmeta Iraqê nake
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Adarê li paytext Hewlêrê bi Balyozê Îtalya yê li Iraqê Maurizio Greganti re civiya.
Piştî hevdîtinê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku gotûbêj li ser geşepêdana pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin kirin.
Di civînê de li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em li gel wê yekê ne ku hilbijartin li ser bingeheke dadperwerane û di çarçoveya parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê de û dûrî rojeva siyasî were kirin.”
Mesrûr Barzanî teqez kir: “Gavên ber bi tekrewî, dîktatorî û binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, nakeve xizmeta ewlehî, aramî û berjewendîyên welatîyên Iraqê.”
Di civînê de, balyozê Îtalyayê daxwaza welatê xwe ya ji bo piştevanîkirina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin