Mesrûr Barzanî: Dr. Roj Nûrî Saweys parêzvanekî bihêz ê mafên gelê Kurdistanê bû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser wefata endamê Polîtburoya PDKê Doktor Roj Nûrî Şaweys, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Doktor Roj, di hemû erk û berpirsyariyên girîng ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê wergirtiye de, parêzvanekî bihêz ê mafên gelê Kurdistanê bû û nimûneya dilsoziyê bû.”
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Bi xeme û xemgîniyeke kûr nûçeya koça dawiyê ya siyasetmedar, Pêşmergeyên aza, fermandar û têkoşerê Kurdistanê yê naskirî û endama Polîtburoya PDK Diktor Roj Nûrî Şaweys ez gelek xemgîn kirim.
Diktor Roj û malbata wî roleke wan a diyar û girîng di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de heye. Bi koça dawiyê ya Diktor Roj, gelê Kurdistanê têkoşerekî mezin û siyasetmedarekî bi ezmûn ji dest da. Di hemû erk û berpirsyariyên girîng ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê wergirtiye de, parêzvanekî bihêz ê mafên gelê Kurdistanê bû û nimûneya dilsoziyê bû.
Bi vê boneya xemgîn, pirse û sersaxiyê li Cenabê Serok Barzanî, serkirdatî û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê û li xwe û malbata xwedêjêrazî Diktor Roj ya birêz û têkoşer dikim.
Xwedêyê mezin giyanê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bi hemûyan bibexişe.
Xebat û têkoşîna Diktor Roj her dem di bîranîna me de zindî dimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin