Serokwezîr: Binpêkirina mafên me wê bibe sedema parçebûnê

21 December 2023 12:29 0 dîtin
Serokwezîr: Binpêkirina mafên me wê bibe sedema parçebûnê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku binpêkirina mafên wan wê bibe sedema parçebûn û ne aramiyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ku li ser platforma medyaya civakî Xyê hat weşandin de wiha got: "Ez kêfxweş bûm ku min bi Cîgira Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Vîctorîa Nuland re hevdîtin pêk anî."

Herwiha got, di hevdîtinê de min ji Cîgira Wezîra Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland re tekez kir ku divê rêz li Destûra Iraqê û mafên hemû welatiyan bê girtin û di nav de Herêma Kurdistanê.” Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de got, “Binpêkirina mafên me wê bibe sedema parçebûn û nearamiyê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh pêşwaziya Cîgira Wezîra Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Balyoza Amerîkayê li Bexdayê Alina L. Romanowski jî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.