PDK-Sê Barzanî pîroz kir: Hilbijartina Barzanî dê bibe sedema bidestxistina mafên zêdetir
PeyamaKurd- Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye (PDK-S), pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand ku, weke hemû gelê kurd, ew bi hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê kêfxweş bûne û pîrozbahiyê lê dikin.
Polîtbûroya PDK-S di peyama ya pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî de ragihandr ku, rêbaza Barzanî hîn jî berdewam li ser têkoşîna netewî ya gelê Kurdistanê.
PDK-S di peyama xwe de dibêje em di wê baweriyê de ne ku, hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê, dê bibe sedema bidestxistina mafên zêdetir ji bo gelê Kurdistanê, ku di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de jî gelek maf hatibûne bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin