Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji bo hilbijartina Mihemed Bin Zayid belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji bo hilbijartina Mihemed Bin Zayid weke Serokê Îmaratê, arasteyî wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê pîrozbahî li Mihemed Bin Zayid kir û da zanîn: “Ji bo hilbijartina Şêx Mihemed Bin Zayid weke Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî, ez pîrozbahiyên herî germ li cenabê wî dikim.”
Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ez çaverêya bihêzkirina pêwendiyên baş ên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê dikim û hêviya serkeftinê di erkên wî de jê re dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin