Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ser hilbijartinên Hollandayê: Mafên mirovan wenda kir!
PeyamaKurd – Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê hilbijartinên Hollandayê de nirxandina "Mafên mirovan wenda kir".
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê Partiya Azadiyê (PVV) a dijberê Îslamê û rastgira tund a bi pêşengiya Geert Wîlders de di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên di 22ê Mijdarê de di rêza yekemîn de cih girt got, "Do mafên mirovan wenda kir."
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Şaxa Hollandayê ya X hatiye dayîn hat diyarkirin, "Do mafên mirovan wenda kir. Di hilbijartinên Hollandayê de partiyek nijadperest bi ser ket. Partiyek ku beşek ji nifûsê ji xwe re biçûk bi nav dike."
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, manîfestoya hilbijartinê ya partiya Wîlders hiqûq û Destûra Bingehîn xera dike û helwesta PVVê ya li dijî koçberan nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo her kesî û her tim wê bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin