Wê Amerîka Wagner weke "rêxistina sûcê navneteweyî" nas bike!

21 January 2023 13:01 0 dîtin
Wê Amerîka Wagner weke "rêxistina sûcê navneteweyî" nas bike!

PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk ê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby, derbarê koma Wagner a çeteyên Rûsyayê de daxuyaniyek da. Kirby ragihand, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê wê şirketa leşkerî ya Rûsî ya Wagner weke "rêxistina sûcê navneteweyî" nas bike.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby ku rojane civîneke çapemeniyê li dar xist, diyar kir, koma çeteyên Rûsyayê ya bi pêşengiya Yevgeny Prigozhin wê ji aliyê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ve weke "rêxistineke sûcê navneteweyî ya cidî" were naskirin.

Kirby îdia kir, di navbera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û koma Wagner de nakokî hene, Kirby tekez kir ku koma Wagner di qadê de bûye hêzeke navendî.

Koreya Bakur ji bo Wagner çek şandine!

Di daxuyaniya xwe de, Kirby eşkere kir, ew ê cezayên zêde li ser koma Wagner û alîgirên wê li parzemînên cuda bisepînin, di heman demê de wêneyên satelaytê belav kirin ku nîşan didin Koreya Bakur sala borî çek radestî koma Wagner kiriye, da ku li Ukraynayê bikar bînin.

Wekî din, rayedarê Qesra Spî di wêneyên ku li ser mijarê parve kirin de îdia kir, sewqiyata çekan a ji Koreya Bakur bi trênê li konteyniran hatine barkirin û radestî Rûsyayê hatine kirin.