Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ji Îsraîlê xwest ku nivîskarê Fîlîstînî serbest berde

17 August 2023 00:22 0 dîtin
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ji Îsraîlê xwest ku nivîskarê Fîlîstînî serbest berde

PeyamaKurd - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty) ji Îsraîlê xwest ku nivîskarê Fîlîstînî yê bi navê Welîd Dakka (60) ku 7 sale di zîndana Îsraîlê de ye serbest berde. Dakka bi seretana mazmazkê ketiye û pêwiste tedawiya xwe bibe.

Li gor ragihandina Amnestyê; nivîskar Welîd Dakka ji pişika xwe nexweşê kronîke û bi seratanê ketiye. Her çendîn di klînîka zîndana Ramle de tedawiyê dibîne jî ji bo dermankirineka baş, alavên temam di klînîkê de tine ne.