Rêxistina Mafên Mirovan hisyarî da: Dibe ku 6 xwepêsanderên din bên îdamkirin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê hişyarî da ku metirsî heye 6 xwepêşanderên hatine girtin werin îdamkirin.
Li gorî zanyariyên rêxistinê, 5 xwepêşanderên li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin, ji girtîgeha Urmiyê bo cihekî nediyar hatine veguhestin û yek ji girtiyên siyasî yên girtîgeha Recayîşehr a Kerecê jî ji bo odeya takekesî hatiye veguhestin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê dibêje, “Ligel ku Komara Îslamî ya Îranê red kiriye ku cezayê darvekirinê li ser desteserkiriyên bajarê Şino yê ser bi parêzgeha Urmiyê hatibe ferzkirin lê ew bo cihekî nediyar hatine veguhestin û metirsî heye ji nişka ve bên darvekirin.”
Rêxistinê daye zanîn ku niha 39 girtiyên siyasî di bin metirsiya darvekirinê de ne. Hêjayî bibîrxistinê ye di çend rojên dawî de, 2 xwepêşanderên ciwan ên hatibûn girtin ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin.
Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International) jî roja Înê 16ê Kanûnê ragihandibû ku piştî dadgehkirinên sexte û "neadilane", herî kêm 26 kes li Îranê di bin metirsiya îdamkirinê de ne, ku girêdayî xwepêşandanên vê dawiyê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin