Rêxistina Mafên Mirovan: 300 hezar Ereb li Efrînê hatine bicihkirin

18 March 2021 19:32 0 dîtin
Rêxistina Mafên Mirovan: 300 hezar Ereb li Efrînê hatine bicihkirin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê îro 18ê Adarê di salvegera dagirkirina bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de bal kişand ser guhertina demografiya Efrînê û ragihand, heta niha nêzî 300 hezar erebên hawirde li Efrînê hatine bicihkirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re daye xuyakirin, nêzîkî 300 hezar xelkê Efrînê koçberî Şehba, Cizîr, Heleb û Ewropayê bûne û 300 hezar Erebên hawirde li Efînê hatine bicihkirin ku nêzîkî 7 hezar û 500 kes jî hatine revandin.

Berdevkê Rêkxistina Mafên Mirovan got, nêzikî 100 hezar kes ji xelkê Efrînê koçberî herêma Şehbayê bûne ku di 5 kampan de û li gundewaran dijîn û diyar kir, “Rewş xerab e, xelk di rewşeke zehmet de dijîn. Rêxistinên navdewletî jî derbasî wê herêmê nabin.”

Îbrahîm Şêxo got, “Kesên vedigerin Efrînê rastî zehmetiyan tên. Binpêkarî li dijî xelkê berdewam in. Îstîxbarata Tirkiyê destê wê di her tiştî de heye. Piraniya kesên vegeriyane Efrînê hatine girtin.”

Şêxo li ser belgekirin û tomarkirina binpêkariyên Tirkiyê û komên çekdar li Efrînê da zanîn, ew hewl didin her kiryareke li dijî xelkê tê kirin tomar bikin û destnîşan kir, “Em belgeyan digihînin saziyên navdewletî, lê berjewendiyên navdewletî hene.”