Desteya Tenduristiya Rojava: Tenê Herêma Kurdistanê alîkariya me kir

05 May 2020 15:15 0 dîtin
Desteya Tenduristiya Rojava: Tenê Herêma Kurdistanê alîkariya me kir

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku heta niha ji bilî Herêma Kurdistanê ti aliyekî yan rêxistinekê alîkarî ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê li wan nekiriye.

Hevserokê Tenduristiyê yê Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed îro 5ê Gulanê li bajarê Qamişlo bi civîneke rojnamevanî, zanyariyên dawî yên derbarê belavbûna vîrusa koronayê li Rojavayê Kurdistanê dan.

Dr. Menal Mihemed bal kişand ser ku rêkarên wan ji bo rûbirûbûna koronayê girtine, bicih hatine û serkeftin tomar kirine ji ber ku heta niha tenê 2 kes li herêmên wan bi vîrusa korona ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê da zanîn, ew haletên hatine tomarkirin, ji derve bo herêmê hatine derbaskirin û pêwîst e aliyên berpirsyar bi berpirsyatiya xwe rabin û siyaseta êrîşkirina ser herêmê rawestînin û li şûna wê hevahengiyê bi Desteya Tenduristiyê re bikin, ji ber ku heta niha rêya balafirgeha Qamişlo nehatiye girtin û gelek kes bi qaçaxî derbasî herêmên wan dibin.

Herwiha Menal Mihemed bang li alî û rêxistinên tenduristî û navdewletî kir, ta hevkariyê bi Rojavayê Kurdistanê re bikin û tekez kir, heta niha ji bilî Herêma Kurdistanê, ti rêxistinekê alîkarî bo rûbirûbûna koronayê bi wan re nekiriye.

Dr. Menal Mihemed bal kişand ser vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê û got: “Divê Neteweyên Yekbûyî bi çavê mirovî li vê herêmê binêre û deriyê sînorî yê hatibû girtin, careke din were vekirin û alîkariyên mirovî tê re derbas bibin.”