Desteya Tenduristiya Rojava amarên dawî yên koronayê eskere kirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihand, di nav 24 saetên borî de, 37 kes bi koronayê ketine û 2 kes jî mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistafa amarên dawî belav kir û da xuyakirin ji 2 kesên can dane yek ji wan zilamekî ji Hesekê ye û yê din jî zilamekî ji Girkê Legê ye.
Herwiha hat diyarkirin ku ji 37 pêketiyên nû 26 ji wan mêr û 11 jî jin in û 15 li Hesekê, 10 li Qamişlo, 3 li Dêrikê, 2 li Dirbêsiyê, 2 li Rimêlanê, 1 li Girkê Legê, 1 li Tirbesipiyê, 1 li Çil Axayê, 1 li Tabqayê û kesek jî li Şehbayê ye.
Desteya Tendurustiyê daye zanîn ku 12 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Li gor amarên dawî heta niha 2 hezar û 351 kes li Rojavayê Kurdistanê û bi vîrusa koronayê ketine, 79 kesan can daye û 571 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin