Desteya Tenduristiya Rojava amarên dawî yên koronayê eskere kir
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên deshilata Rêveberiya Xweser di 24 saetên dawî de 43 kesên din bi covid-19 ketin û 2 kes jî pê mirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, li herêmê 2 kesên ku bi koronayê jiyana xwe ji dest dane, jineke ji Hesekê û mêrekî ji Qamişloyê ne.
Mistefa diyar kir ku 43 kesên din bi koronayê ketine ku jî li Hesekê: 17, li Qamişlo: 10, li Dêrik: 6, li Amûdê: 1, li Dirbêsiyê: 5, li Reqa: 2, li Minbic: 1 û li Kampa Holê: 1 kes in.
Mistefa da zanîn 4 kesên berê bi koronayê ketibûn jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 17 hezar û 88 kesan, la mirinan bû 702 kes û hezar û 755 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin