Pûtîn hisyariya Serê Cîhanê yê Sêyemîn da!
PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku metirsiya îhtimala şerê cîhanê yê sêyemîn zêde dibe û destnîşan kir ku divê ev rewş nebe sedema panîkê.
Vladîmîr Pûtîn daxuyaniyên ku rojeva cîhanê hejand da û diyar kir ku rîskên derbarê îhtîmala şerê cîhanê yê sêyemîn de zêde dibin. Lê Pûtîn destnîşan kir ku divê ev rewş nebe sedema panîkê.
Pûtîn diyar kir ku Rûsya ji bo rûbirûbûna her dijwariyekê amade ye û got, "Dema ku dijminên me hêza Rûsyayê ya bersivdayînê fêm bikin, wê fêm bikin ku dem hatiye ku li çareseriyên lihevkirinê bigerin."
Pûtîn herwiha îşaret bi wê yekê kir ku têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dikarin baştir bibin û diyar kir ku heke Washington bixwaze ew ji hevkariyê re vekirî ne.
Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Çînê jî daxuyaniyeke balkêş da û diyar kir ku stratejiya leşkerî ya Amerîkayê her ku diçe zêde dibe.
Wezaretê diyar kir ku Washington hewl dide hegemonyayeke yekpolar bidomîne û ji bo vê jî rêbazên tundiyê û zextê bi kar tîne.
Çînê bi bîr xist ku operasyonên leşkerî yên neyasayî yên ku ji aliyê Amerîkayê ve li welatên wek Sûriye, Iraq û Afxanistanê tên kirin, bûne sedema krîzên mirovî yên giran û ev rewş bûye sedema mirina bi sed hezaran kesan û koçberkirina bi milyonan kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin