Zelenskiy, hisyariya Serê Sêyemîn ê Cîhanê kir

18 September 2023 17:00 0 dîtin
Zelenskiy, hisyariya Serê Sêyemîn ê Cîhanê kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di derbarê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de hişyarî da û Serokê Rusyayê Vladimir Putin bi Adolf Hitler re dan ber hev.

Volodimir Zelenskiy, di hevpeyvîna xwe ya beriya nîqaşên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hişyariya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê kir û Serokê Rusyayê Vladimir Putin şiband Adolf Hitler.

Zelenskiy ji televîzyona CBS ya Amerîkî re axivî û got ku gelê Rusyayê hurmeta raya giştî ya cîhanê wenda kiriye û got, "Wan ew hilbijart, careke din hilbijart û Hîtlerê duyemîn ava kir. Heger Ukrayna bikeve di deh salên pêş de dê çi bibe?”

Zelenskiy got ku ger Rusya bigihîje Polonyayê dê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dest pê bike û tekez kir ku divê cîhan biryarê bide ku Putin rawestîne yan şerek cîhanî bide destpêkirin.

Tê çaverêkirin ku Zelenskiy roja duşemê li New Yorka Amerîkayê be û beşdarî gotûbêjên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe.