Serkirdeyên Pentagonê, ji bo Rusya û Çînê dicivin

02 September 2022 14:31 0 dîtin
Serkirdeyên Pentagonê, ji bo Rusya û Çînê dicivin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Pentagonê ve hat ragihandin ku ew ê fermandariya asta jor a Pentagonê, li ser çekên fezayê yên ku Rusya û Çîn bi pêş dixin, bicivin.

Li gorî nûçeya DefenceNewsê ya li ser naveroka civînê, dê di hefteya pêş de ev civîn were kirin û dê xeteriya van çekên Rusya û Çînê were nirxandin.

Her wiha hat diyarkirin ku di civînê de dê li ser dorfirehkirina pergalên bombeyî yên ku ji fezayê heta bejahiyê pêk tînin, guftûgo werin kirin û dê li ser bandora biryardariya Amerîkayê ya li ser stratejî û jêvegerandinê nîqaş werin kirin.

Di hûrgiliyên nûçeyê de tê diyarkirin ku dê ji bilî van mijaran, xetereya pêşvebirina van çekan a li ser berevaniya Amerîkayê û di hegereke wiha de vebijêrkên bersivdayînê jî werin nîqaşkirin.

Hat ragihandin ku dê civîn bi beşdariya serkirdeyên wekî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Alîkara Wezîrê Berevaniyê Kathleen Hicks were rêvebirin.