Îtalyayê bang li Çînê kir: Pêkutiya astiyê ser li Rusyayê bikin!
PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîra Îtalyayê û Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku divê Çîn di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de ji bo aştiyê zextê li Rusyayê bike.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, dîplomatê herî payebilind ê Çînê yê Dîrektorê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê (CCP) Wang Yi, di çarçoveya gera xwe ya Romayê de bi Tajani re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê de hat diyarkirin ku Tajani û Vang, têkiliyên Îtalya û Çînê nirxandine û li ser şerê li Ukraynayê gotûbêj kirine.
Bi rêya daxuyaniyê hat bibîrxistin ku salvegera destpêkirina êrîşa Rusyayê ya li ser Ukraynayê nêzîk dibe û wiha hat gotin,
"Cîgirê Serokwezîr careke din destnîşan kir ku divê zext li Rusyayê bê kirin da ku şert û mercên aştiyê yên adil bi edalet, alîkariyên mirovî, cezayên bi bandor û dîplomasiyê ji bo mexdûran bi pêş bixe. Divê Çîn di pêşxistina aştiyê de roleke bingehîn bilîze. Ez bawer im Pekîn amade ye bi vê yekê re mijûl bibe."
Di hevdîtinê de hat gotin ku Alîkarê Serokwezîr Tajani jî daxwaza xwe ya ji nû ve destpêkirina diyalogê di têkiliyên dualî de û têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Çînê di warê bazirganî-aborî û mafên mirovan de piştrast kir.
Her wiha hat destnîşankirin ku Tajani ji bo reforma Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hevkariya bi fêde û berdewam a di navbera Îtalya û Çînê de jî nirxand û tê payîn ku Vang Yi roja înê ji aliyê Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella ve were pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin