Li Reqayê 11 partiyan banga astiyê kir

06 February 2025 14:23 0 dîtin
Li Reqayê 11 partiyan banga astiyê kir

PeyamaKurd – Nûnerên 11 partiyên siyasî yên bajarê Reqayê li ber deriyê Bexdayê yê rojhilatê bajêr kom bûn û daxuyanî dan derbarê geşedanên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê.

 Daxuyanî ji aliyê Seroka Bajêr a Partiya Keskan a Demokratîk, Ayşe El Casimê, ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sûriye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, piştî ku hikûmeta demkî Ehmed El Şara xwe weke serokê Sûriyeyê destnîşan kir bêyî beşdariya hemû hêzên siyasî û civakî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev qonax dê paşeroj û çarenûsa hemû Sûriyeyên li xaka Sûriyeyê diyar bike. Partiyên Reqayê teqez kir ku ew ê beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser bingeha demokrasî û hemwelatîbûna wekhev bibin. Her wiha, wan bal kêşa ser rewşa ne aram a li piraniya bajarên Sûriyeyê ya bi binpêkirinên mafên mirovan û êrîşên ji aliyê girûpên tundrew ve û bang kirin ji bo rawestandina van tawanên li dijî gelê Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê her wiha behsa komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (ANS) ya bi ser Tirkiyeyê ve jî hat kirin ku êrîşî bendava Tişrînê dike ku niha bûye beşek ji sîstema leşkerî ya hikûmeta Şamê.

Partiyên siyasî banga aştî, yekîtiyê dikin agirbestê li tevahiya Sûriyeyê kir.